22 November 2025 - 23:19
Nûrî Malikî gihişte Hewlêrê

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Bayt ê(s.x)-ABNA-Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, gihişte Hewlêrê. Hate zanîn Nûrî Malikî ji bo guftugokirina hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û diyarkirina her sê serokatiyên Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Beriya demek kurt Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Nûrî Malikî ji bo guftugokirina hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û her wiha diyarkirina her sê serokatiyên parlamento, serokwezîr û serokkomariyê serdana Hewlêrê kiriye.

Hêjayî gotinêye ku Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nurî Malikî di hevpeyvînek ya li gel kanalek televîzyonê de diyar kir ku nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê wê bi lihevkirinên demkî çareser nebin, pêwîste Kurd namzetek ji bo serokkomariya Iraqê re diyar bikin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha